Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê ji Serokwezîrê Federal wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, peyameke pîrozbayî ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve wergirt.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ber serkeftina gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemantoya Kurdistanê duhî 20.10.2024an hatibû kirin û rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72 bû.

Di dengdana giştî de, 2 milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, ku li ser her çar bazinên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebceyê hatibûn parvekirin. 

 
Fly Erbil Advertisment