Ocalan: Hêza min heye pêvajoyê ji tundî û pevçûnê wegerînim bo zemînê siyasî û yasayî

Navenda Nûçeyan (K24) – Abdulla Ocalan radigihîne: “Eger merc û derfet hebin, ez xwedî wê hêzê me ku bikarim pêvajoyê ji qonaxa tundiyê biguherînim bo zemîneke siyasî.’’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û birazayê Abdulla Ocalan, Omer Ocalan duh serdana girtîgeha taybet a Îmralî kir û hevdîtin bi Abdulla Ocalan re kir.

Omer Ocalan got, di hevdîtinê de Abdulla Ocalan gotiye: “Eger derfet û merc ava bibin, ez dikarim pêvajoyê ji qonaxa pevçûn û şer û tundiyê biguherim bo qonaxekî yasayî û siyasî û ew hêza min a teorîk û pratîk heye.”

Vê derbarê de Parlamenter Omer Ocalan di tora xwe ya civakî Twitterê de ragehand: “Roja 23yê Cotmehê ez çûm girava Îmralî û min li gel birêz Ocalan hevdîtin pêkanî. Hevdîtin di çarçoveya hevdîtina malbatî de bû.”

Da zanîn jî, “Birêz Ocalan derbarê qonaxa siyasî û pêşketinan de nirxandinên giring kirin û xwest ku ez peyama wî bigehînim derve; Tecrîd berdewam dike. Eger merc û derfet ava bibin ez dikarim pêvajoyê ji pevçûn û tundiyê veguhêzim bo zemîneke yasayî û siyasî. Ew hêza min a teorîk û pratîk jî heye.”

Omer Ocalan amaje bi wê jî kir: “Tenduristiya Abdulla Ocalan jî gelek baş e û silavên wî ji bo herkesî hebûn.”

Proseya nû ya aştiyê bûye rojeva Tirkiyeyê

Piştî ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daxwaz kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê li Parlamentoyê biaxive, çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû bû.

Bahçelî got, "Eger tecrîda li ser Ocelan rabe, bila were di civîna Koma DEM'ê de biaxive û diyar bike ku teror qediya ye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.”

Bahçelî diyar kir ku destê gel ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) re dirêj kiriye bi rojan e tê axaftin, “Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne, pêwîstiya wê bi aqil, gavên rast û samîmî û xurtkirina biratiya hezar salî heye.”

Bahçelî dawiya axaftina xwe de wiha got: “Teror tiştekî din e, siyaset tiştekî din e. Bêyî lêkirina dîwar di navbera herduyan de û ji dest ji çek neyê berdan, di serî de welatiyên Kurd, hemû welatiyên Tirkiyeyê nikarin bigihin asta baş a jiyanê.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna serokên tayên partiya xwe de wekî amajeyek ji bo gotinên Serokê Partiya Tevgera Neteweperist (MHP) Dewlet Baxçelî li ser azadkirina Rêberê PKKê yê zindankirî Abdullah Ocalan û pêşkêşkirina gotarekê li ser çekdanana PKKê ragehand.

Erdogan amaje jî da, “Em dixwazin hemî kes wê yekê fêm bikin ku cihê terorê di paşeroja Tirkiyeyê de nabe.” Herwesa got, “Em naxwazin ev derfeta ku niha heye gorî hevrikî û hez û arezûyên siyasî bê kirin.

Herwiha tekez jî kir, “Em dixwazin siyaset, perleman, rêkxistinên civaka sivîl, akademî û tevaya civaka me bi hev re Tirkiyeyekê ava bikin ku teror tê de nebe.” Tekez jî kir, “Nabe ev derfet ku ji aliyê Hevpeymaniya Komarê ve pêşengî jê re hatiye kirin gorî hezên hin kesan bê kirin.”