CENTCOM: Ji ber êrîşên Îranê zêdetirî 20 deryavan hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Îran bi zanebûn xelkê sivîl û deryavanan dike armanc û da zanîn ku di mehên dawî de ji ber êrîşên Tehranê zêdetirî 20 kes hatine kuştin.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û tê de daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îranê yên ku red dike welatê wî sivîlên li welatên cîran kiribin armanc, wekî daxuyaniyên "nerast" bi nav kir. Fermandariyê tekez kir ku êrîşên Îranê ne tenê jêrxaneya aborî û saziyên sivîl, lê belê rasterast xebatkarên sektora deryavaniyê jî kirine armanc.
Ev tohmetên CENTCOMê di demekê de tên, pevçûn û rageşiya deryayî ya di navbera Washington û Tehranê de gihîştiye asteke bilind. Ev rewş hevdem e li gel berdewamiya sînordarkirina tevgera keştiyan li benderên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, û hewildanên Tehranê yên ji bo sepandina şert û mercên xwe li ser derbasbûna ji Tengava Hurmizê.
Hêzên Amerîkayê di 11ê Cotmeha borî de ragihandibûn wan keştiya barhilgir a bi navê "Ocean Molika" ku ala Panamayê li ser bûye, ji kar xistiye. Diyar kir ku ev pêngav piştî wê yekê hatiye ku xebatkarên keştiyê guh nedane hişyariyên dubare û hewl dane dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê binpê bikin.
CENTCOMê zelal kir ku firokeyeke şer a Amerîkî beşa paşîn a keştiyê kiriye armanc û pergala motorê ya keştiyê ji kar xistiye, bêyî ku ti birîndar di nav xebatkarên wê de hebin.
Beriya wê rûdanê jî, Fermandariya Navendî têkşikandina keştiyeke Îranî ya girêdayî Supaya Pasdaran li Deryaya Umanê ragihandibû. Li gorî CENTCOMê, ew keştî mijûlî çavdêriyê bûye û keştiyên Hêza Deryayî ya Amerîkayê dikirin armanc. Her wiha hat eşkerekirin ku endamên tîma keştiyê berî têkşikandina wê di 6ê Cotmehê de hatibûn veguhastin.
Li hember van pêşveçûnan, Supaya Pasdaran a Îranê roja yekşemê ragihand ku du tankerên petrolê ji ber lêketina mînên deryayî teqiyane. Pasdaran da zanîn ku rûdan dema derbasbûna keştiyan di nav rêyeke deryayî de qewimiye ku Tehran wê wekî "rêyeke bêdestûr" li Tengava Hurmizê bi nav dike.