Êrîşî Navenda Serekî ya Dem Partiyê li Enqereyê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Derengê şeva borî (Pêncşem, 24.10.2024) kesekî li devera Balgatê ya Enqereyê êrîş kir ser Navenda Serekî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) û piştî demeke kêm hat desteserkirin.
Li dû medyayên Tirkiyeyê, wî kesî bi beran êrîş kiriye ser wî avahî û camên wî yên derve şkandine û tabloya wê partiyê jî şkandiye, li dawiyê jî li ser haydarkirina polîsan ji aliyê welatiyan ve hatiye desteserkirin.
Ew êrîş piştî wê yekê hat kirin ku, Serokê Partiya Bizava Neteweyî (MHP) Dewlet Baxçelî li roja 22ê vê mehê li koma firaksiyona partiya xwe ragehandibû, “Pêxemetî nehêlana terorê, Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan ji zindanê bê derxistin û li nav civîna firaksiyona Dem Partiyê li Perlemanê danana çekî û hilweşandina PKKê rabigehîne.
Piştî vê gaziyê, karvedaneke zêde di siyaseta wî welatî de çê bûye. Ji aliyekî din ve jî Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê (TUSAŞ) ji aliyê du çekdarên PKKê ve hat armanckirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn.