Heşargehên DAIŞê li Germiayê bi giranî hatin bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirên şerî yên hêza asmanî ya Îraqê sê caran li ser hev heşargehên çekdarên DAIŞê li çend deverên navbera bajarkê Kifirî Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û bajarkê Xurmatûyê bombebaran kirin. Operasyonên Hevpar jî ragehand, “Di wê êrîşê de çar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”
Çavkaniyekê ji Fermandeya Pêşmerge li Mîhwerê Germestêrê taybet ji malpera K24ê re ragehand, “Nêzî seet 06:00 ê êvara îro (În, 25.10.2024), balafirên şerî yên hêza asmanî ya Îraqê sê caran li ser hev çend deverek di navbera Kifirî û Xurmatûyê de bi giranî bombebaran kirin, ku piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê bûne cih û heşargehên çekdarên DAIŞê.”
Wê çavkaniyê herwesa got, “Tevî ku heta niha gelek caran operasyon li wan deveran hatine kirin, lê ji ber giranî û stratejiya wan deveran, endamên DAIŞ li wan deveran tên dîtin ji ber ku her sê parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê bi hev re girê didin.”
Şaneya Ragehandinê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar jî di ragehandinekê de parve kiriye, “Êrîşa êvara îro ji aliyê balafirên şerî yên F16 yên hêza asmanî ya Îraqê û li ser bingeha zanyarên hûr ên hewalgiriyê bû, ku li ser heşargehên DAIŞê li sinorê parêzgeha Selahedînê hat kirin, û çar endamên DAIŞê li sinorê Pelkaneyê hatine kuştin.”
Herwesa Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh jî duhî (Pêncşem, 24.10.2024) ragehand, “Çalakiyên DAIŞê berdewam in û DAIŞ hêşta cihê metirsiyê ye, lewma jî operasyonên hevpar ên Amerîkayê û hêzên ewlehiyê yên Îraqê dê li dijî wê rêkxistinê berdewam bin.”