DEM Partiyê: Mercê proseyeke aştî û çareseriyê, rakirina tecrîda li ser Ocalan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Dem Partî ragihand, mercê sereke ji bo proseyeke aştî û çareseriyê, rakirina tecrîda li ser Abdulla Ocalan e. 

Encûmena Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi armanca gotûbêjkirina pêşhatên dawî civiya. Dem Partî Dı daxuyaniyekê de got, gava destpêkê û ya herî girîng ji bo proseyeke aştî û çareseriyê, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdulla Ocalan e. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Weke DEM Partî em alîgirê çareseriyeke li ser bingeha wekheviya gelan, demokratîk û wekheviyê ne; em dixwazin destûreke bingehîn a demokratîk, komareke demokratîk û azad bê avakirin.”

Dem Partiyê amaje bi wê jî kir, “Hevdîtina dawî ya piştî tecrîda mutleq a 43 mehan girîng û erênî ye, lê tecrîd hîn jî dewam dike.” 

Dem Partî dide zanîn, Ocalan gotiye, eger merc guncaw bibin, ew dikare proseyê ji şer û tundiyê bîne zemîneke yasayî û siyasî. Da zanîn jî, divê destpêkê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were û bi awayekî ewle û azad bikaribe kar bike. 

Dem Partî her wiha da xuyakirin, eger zemîna diyalog û danûstandinê azad û wekhev bin, dê encam werin girtin.