Serok Barzanî tevlî behiya Mamosta Şiwan Ehmed Hemedemîn Axa Dizeyî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li Hewlêrê tevlî behiya birazayê siyasetmedar Muhsin Dizeyî bû û serexweşî li malbata wan kir.
Baregayê Barzanî parve kir, “Îro Pêncşem, 31ê Cotmeha 2024ê, Serok Mesûd Barzanî li bajarê Hewlêrê tevlî behiya Xudêjêrazî Mamosta Şiwan Ehmed Hemedemîn Axa Dizeyî bû, ku dibe birazayê siyasetmedar û kesatiyê navdar ê Kurdistanê Muhsin Dizeyî.”
Herwesa Serok Barzanî serexweşî li malbat û kesûkarên wan jî kir.

