Amerîka rêyê li dadana balafira alîkariyan a Îraqê bo Libnanê digire

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewşa Libnanê xirab e û Îraq bizavê dike ku alîkariyên mirovî veguhêze wî welatî, ji aliyekî din ve Amerîka bi rêya balyozxaneya xwe li Beyrûtê rêyê li gehandina alîkariyên mirovî bi rêya asmanî ji bo wî welatî digire û daxwazê dike ku berî gehandina her alîkariyeke mirovî ji Bexdayê, pêdivî ye pêştir pişkinîn jê re bên kirin.

Di çarçoveya rewşa Libnanê û êrîşên Israîlê de, Îraq yek ji welatên herî pêşeng bûye ku alîkariyên mirovî pêşkêşî wî welatî kirine, çi bi rêya asmanî be an jî bi rêya erdî û heta niha jî nêzî 500 tonên alîkariyên mirovî gehandine Libnanê.

Di dawî pêşhat de jî, Amerîkayê rê bi balafira alîkarî û hawarhatinên mirovî nedaye ku, bi rêya wê pira asmanî ya ku di navbera Bexda û Beyrûtê de hatiye çêkirin, li Balafirxaneya Beyrûtê dade.

Li dû raporteke rojnameyeke Amerîkayî, Balyozxaneya Amerîkayê li Beyrûtê rê li dadana balafireke hêla asmanî ya Îraqê girtiye li Beyrûta paytexta Libnanê dade, ku alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyan hilgirtibûn.

Herwesa wê balyozxaneyê şert ji bo wê hêlê danaye û di şertê wê de jî hatiye ku her balafireke tiştekî wesa ji bo Libnanê û lêqewimiyan û awareyên şerê navbera Israîl û Hizbulaha Libnanî bîne, pêdivî ye pêşwext pişkinîn jê re bê kirin û xala pişkinîna wan jî dê welatê Urdinê be. Ev jî ji bo rêgirtina li gehiştina her alîkariyeke mirovî û serbazî ye ji bo destê çekdarên Hizbulaha Libnanî.

Medyayên Libnanî jî ragehand, “Waşintonê çend caran gef li hêla Middle Eastê ya Libnanî kirine ku sizayî li ser bisepîne, eger ji bo veguhastina birîndarên êrîşa Israîlê bi kar bîne ku bi rêya teqîna amûrên Peycer li wî welatî keftine.”

Herwesa dibêjin, “Balyozxaneya Amerîkayê çavdêriyeke tund ji bo geştên asmanî yên hatî û çûyî yên Libnanê dike, herwesa her roj lîsta navên gişt wan kesan digehe wê yên ku li Balafirxaneya Beyrûtê bi rêya ajansa veguhastinê ya asmanî ya cîhanî geştê dikin.”