PWK: Biryara tayinkirina qeyûman tune hesibandina îradeya dengdêran e

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) derbarê biryara danîna li ser sê şaredariyên Dem Partiyê de ragihand, “Biryara tayinkirina qeyûman, tune hesibandina îradeya dengdêran e”
Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 4ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Wezarete Navxwe ya Komara Tirkîyeyê, Serokê Şaredarîya Mêrdîn, Batman û Halfetîyê ji wazîfeya wan wergirt û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê ye.
PWKê tekezî li ser wê yekê kir, “Ev biryar, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye û nayê qebûl kirin.”
PWKê di daxuyaniya xwe de got jî: “Em biryarên tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Divê serokên şaredarîyên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê vegerin ser wazîfeyên xwe.”
Ev helwesta PWKê piştî wê tê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê îro biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê da û li şûna wan qeyûm danîn, herwiha ji bo dema 10 rojan jî hemû çalakiyên sivîl hatin qedexekirin.