“Qeyum ji bo bêdengkirin û nenasîna vîna Kurd hatine danîn”
Diyarbekir (K24) – Piştî ku 3 şaredariyên Dem Partiyê qeyum hatîn danîn siyasetmedarên Dem Partî amaje kirin ku ev yek bo bêdengkirina kurdan hatiye kirin û vîna gelê kurd hatiye xespkirin.
Wezareta Karên Navxweyî Ya Tirkiyeyê bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Ruhayê qeyum tayîn kir. Li ser vê yekê girseyek a Dem Partîyîyan ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kom bun û bi çalakiyan danîna qeyum şermezar kirin û hat amajekirin ku qeyum bo bêdengkirin û nenasîna vîna kurd hatiye danîn.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji K24ê re got: “Dixwazin gelê kurd bêdeng bikin, dixwazin siyaseta gelê kurd bihelînin, divê hemu siyasetmedarên kurd dijî vê yekê bertek nîşan bidin û rexne bikin”
Piştî biryara danîna qeyuman li Mêrdînê bo 10 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin lê Dem Partiyiyan gotin ewê li bertekên xwe berdewam bikin û dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun got: “Doh jî em li vir bûn û îro jî em li vir in, tabloya di 31ê adarê de derketî holê dihat wê wateyê ku xelkê ji rêbaza şerê taybet re got na, dê hevalên me li hemû cihên ku em lê ser ketine tekoşîna xwe bidomînin, bila tikes ji me re behsa biryara nehiquqî ya wezaretê neke, em vê biryarê nas nakin.”
Sala 2016, 2019 û 2024 ev 3 car in şûna Ahmed Turk qeyum tê danîn, Dem Partî dibêje ev yek dijî demokrasiyê ye û wateya hilbijartinan her ku diçe namîne.