Civata Wezîrên Îraqê li ser têbîniyên Herêma Kurdistanê bo serhejmêriyê biryar da
Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Îraqê li ser têbîniyên Herêma Kurdistanê ji bo serhejmêriyê biryar da.
Çavkaniyekê îro (Sêşem, 05.11.2024) ji K24ê re ragehand, “Civata Wezîrên Îraqê li ser têbîniyên Herêma Kurdistanê ji bo serhejmêriyê biryar da, di serhejmêriyê de xelk li ser bingeha deverên xwe yên resen ne ku cihên akincîbûna xwe tên tomarkirin.”
Her di wê civînê de ku bi serperiştiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rê ve çû, biryar hat dan ku di serhejmêriya Kerkûkê de, şêniyên wê parêzgehê li dû serhejmêriya sala 1957ê tên tomarkirin.
Herwesa amaje hat dan, “Bi vî awayî jî ew biryar dê di xizmeta Kurdên deverên Kurdistanî yên derveyê Herêma Kurdistanê de be.”
Biryar e li roja 20ê vê mehê serhejmêriya giştî li Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.
Li dû pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.