Kandîdê Komariyan daxwazê ji welatiyan dike ku tevlî dengdanê bibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Trump radigehîne, “Xelk bi coş bi rêz bûye ji bo ku tevlî dengdanê bibe lê demokratên komonîst ên tundrê dixwazin ku, xelk biçe malên xwe û dengê xwe nede.”
Kandîdê Komariyan di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Donald Trump îro (Sêşem, 05.11.2024) ragehand, “Îro di dîroka Amerîkayê de giringtirîn roj e û pêdivî ye xelk biçe ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bide.”
Trump eşkere jî kir, “Xelk bi coş bi rêz bûye ji bo ku tevlî dengdanê bibe lê demokratên komonîst ên tundrê dixwazin ku, xelk biçe malên xwe û dengê xwe nede.”
Herwesa tîma hilbijartinan a kandîda Demokratan Kamala Haris jî ragehand, “Di vê piroseya hilbijartinan de metirsî li ser abor û mafê anîna zarokan heye.” Tîma kandîda Demokratan daxwazê ji welatiyan dike ku tevlî dengdanê bibe.
Seet 02:00 ê piştî nîvroya îro (Sêşem, 05.11.2024) (bi dema Hewlêrê) gera 60ê ya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hat destpêkirin û dê heta seet 04:00 ê serê sibeha sibe (Çarşem, 06.11.2024) berdewam be.