DEM Partî: Danîna quyûm keşûhewaya aştiyê jehrî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyek egera destpêkirina proseyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd, aliyê din jê danîna qeyûman li Stenbol heta Mêrdîn, Batman û Xelfetî rojeva siyasî ya Tirkiye û bakurê Kurdistanê germ dike. Desteya Rêveberiya Dem Partî, bi armanca nirxandina hemû pêşhatên dawî civiya. Dem Partî dibêje, ew hewl hevbeşên desthilatê ya destpêkirina proseya aştiyê girîng dibînin û wek DEM Partî amade ne di vê warê de rol bigrin û hemû berpisiyarî hilgirin serê xwe.
Desteya Rêveberî ya Dem Partiyê, bi serokatiya Hevserok Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî, li ser pirsa danîna qeyûman, egera proseya çareseriya pirsa Kurd û pêşhatên dawî civiya. Di civînê de hejmarek biryar hatin girtin û biryar bi daxuyaniyeke nivîskî bo raya giştî hatin eşkerekirin.
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK Û AŞTIYANE DIXWAZIN
Dem Partiyê di daxuyaniya xwe de got: “Pirsa Kurd, li Tirkiyeyê pirsgirêkan sereke ye, êdî bûye pirseke navçeyî û cîhanî û çareseriyeke aştiyane û demokratîk neçarî ye. Pirs bi beşdariya hemû aliyên civakê çareser dibe. Çareseriya pirsa Kurd bi naskirina mafên hemwelatiya wekhev û qebûlkirina zimanê dayîk û nasnameya Kurd dibe.”
DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN
Dem Partî got jî: “Divê û demildest mercên ewlekarî, tendirustî û azadî bo Ebdula Ocalan bihên dabînkirin. Tecrîda li ser Ocalan, astengiyeke mezin e li pêş aştiya civakî. Pêwîst e Ocalan wek aliyê sereke yê danûstandinê rol bigre û bo vê mercên karkirinê dabîn bibin.”
DEM PARTÎ AMADE YE ROLA XWE BIBÎNE
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dem Partî, di çareseriya pirsa Kurd de amade ye roleke çalak û erênî bibîne. Em Parlamentoyê wek zemîna çareseriyê dibînin û divê hemû pirsgirêk li ser vê zemînê bihên gotûbêjkirin. Dem Partî di warê mafên çand û nasnameyê de gavên yasayî û destûrê serekî dibîne. Em girîngî bi daxuyaniyên hevbeşên desthilatê yên derbarî çareseriya pirsa Kurd didin.”
DANÎNA QUYÛM KEŞÛHEWAYA AŞTIYÊ JEHRÎ DIKE
DEM Partî dibêje: “Siyaseta danîna qeyûman ya desthilatê, binpêkirina îradeya gel e. Ev siyaset di nava civakê de dibe sedemê bêbawerî û krîza rêvebirinê. Qeyûm nenaskirina îradeya gelê Kurd, binpêkirina mafê hilbijartin û xwe birêve birinê ye. Divê demildest ev şêwaza rêvebirina dawî were û ji bo vê pêngavên yasayî werin avêtin.”