Dijeterora Kurdistanê: Tirkiyeyê berpirsek û 2 çekdarên PKKê li Dihokê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyeyê li parêzgeha Dihokê berpirsek û 2 çekdarên PKKê kuştin.

Dijeterora Kurdistanê îro 10ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, li parêzgeha Dihokê otomobîlek ji aliyê droneke artêşa Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin û di encamê de berpirsek û 2 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, bombebaran şeva borî 9ê Mijdarê li nêzîkî gundê Kelîl ê ser bi navçeya navçeya Amêdiyê ve hatibû kirin.