Hesen Turan: Divê serhejmêriya sala 1957ê wekî bingeh bê wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Bereyê Tirkmenî yê Îraqê ragehand, “Serhejmêrî ji bo merema pêşxistinê ye û pêdivî ye serhejmêriya sala 1957ê wekî bingeh bê wergirtin.”
Serokê Bereyê Tirkmenî yê Îraqê Hesen Turan îro (Yekşem, 10.11.2024) ji K24ê re got, “Nebûna bijardeya neteweyê li serhejmêriyê giring e ji ber ku lidûçûn ji bo lîsta dengderan û tomaran nehatiye kirin.”
Serokê Bereyê Tirkmenî yê Îraqê ragehand, “Divê serhejmêriya 1957ê wekî bingeh bê wergirtin. Eger ev bê kirin, nîgeraniyên me gelek nabin.”
Hesen Turan amaje jî da, “Tirsa me ew e ku navên hin kesan di serhejmêriya sala 1957ê de nebin û bi ser parêzgehên din ve bin, lê bi rêya vê serhejmêriyê wekî Kerkûkî bên hejmartin.”
Navbirî amaje jî da, “Nabe ku ew di nasmaneyan de wekî Kerkûkî bên hejmartin an karta xwerakan pê bê dan. Em dijî wê yekê ne. Ev serhejmêrî tenê ji bo merema pêşxistinê ye.”
Biryar e li roja 20ê vê mehê serhejmêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê bê kirin, û ev serhejmêriya yekê ye piştî 26 salên borî li Îraqê tê kirin.