Li çend navçeyên Şirnexê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê herêma çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbar, Dolê û Dêriyê Zêr wek herêmên teybet hatin destnîşankirin û 15 rojan qedexe lê hat ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de got, “Çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbar, Dolê û Dêriyê Zêr wek herêmên teybet hatin destnîşankirin û ji 13ê Mijdarê heta 27ê Mijdara 2024'an de, ev herêm wek herêma ewlekariya taybet hatiye destnîşankirin û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.”

Li gorî daxuyaniyê, ev qedexe ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî hatiye ragihandin.