Îxlas Dilêmî: Armanca serdana Sûdanî ji bo Hewlêrê çarekriina arêşeyan e
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e Serokwezîrê Îraqê serdana Herêma Kurdistanê bike. Endameke PDKê li Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide ku, ew serdan ji bo çarekirina arêşe û qebxwaziyên navbera Bexda û Hewlêrê ye.
Endama Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Îraqê Îxlas Dilêmî îro (Sêşem, 12.11.2024) ragehand, “Serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya sibe (Çarşem, 13.11.2024) ji bo Herêma Kurdistanê bi armanca çarekirina arêşe û qebxwaziyên navbera Bexda û Hewlêrê ye.”
Îxlas Dilêmî di daxuyaniya xwe de amaje jî da, “Sûdanî herwesa di serdana xwe de pîrozbahiya aliyên serkeftî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike, herwesa danûstandinan li ser pêşhatên girêdayî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Endama navbirî ron jî kir, “Sûdanî serdana Hewlêrê dike û paşî ji bo pîrozbahiya aliyên serkeftî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diçe Silêmaniyê jî.”