Mesrûr Barzanî û Sûdanî sibe li Hewlêrê danûstandinan li ser hin mijarên giring dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê dike, di civînekê de jî pê re danûstandinan li ser pirsa hinardekirina petrolê û lezkirina di pêkanîna Kabîneya Dehê de û serhejmêrî û budce û mûçeyên xelkê Kurdistanê dike.
Peyamnêrê K24ê Dîlan Barzan îro (Sêşem, 12.11.2024) li Bexdayê eşkere kir, “Sibe (Çarşem, 13.11.2024) seet 09:00 ê sibehê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dike.”
Dîlan Barzan amaje jî da ku, dosyeya danûstandinên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji pirsa serhejmêrî û têbîniyên Kurdan li ser pirsên deverên Kurdistanî yên çarçoveya madeya 140ê pêk tê, ku îro Civata Wezîrên Îraqê têbîniyên Kurdan wergirtin û biryareke pêdivî li ser wan da ku, encamê serhejmêriyê li deverên madeya 140ê neyê ragehandin.
Pirsa hinardekirina petola Kurdistanê jî dê pirseke din a civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê be, tevî pirsa mûçe û budceyên xelkê Kurdistanê.
Lezkirina di pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû de jî dê mijara tewerekî din ê civîna navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî be.