Serokwezîrê Îraqê gehişt Hewlêrê

Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî
Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî seet 09:00 ê sibeha îro (Çarşem, 13.11.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Li dû ragehandineke Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî piştî Hewlêrê serdana bajarê Silêmaniyê jî dike.

Tê çaverêkirin ku di civîna navbera Serokwezîrê Îraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de danûstandin li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mûçe û budceyên fermanberan, serhejmêriya gişyî ya şêniyan, hinardekirina petrolê û çend pirsên din bên kirin.