Mesrûr Barzanî li ser serdana Sûdanî: Em danûstandinan li ser hejmareke mijarên giring dikin

Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî
Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilxweşiya xwe ji bo serdana Sûdanî ji bo Hewlêrê diyar dike û radigehîne, “Em danûstandinan li ser hejmareke mijarên giring dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 13.11.2024) di posteke tora civakî ya Xê de dilxweşiya xwe ji bo serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Mijarên giring ên girêdayî mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û serhejmêriya giştî ya şêniyan û ewlehî û enerjî û pêşveçûna aborî hene ku em danûstandinan li ser dikin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî seet 09:00 ê sibeha îro (Çarşem, 13.11.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Li dû ragehandineke Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî piştî Hewlêrê serdana bajarê Silêmaniyê jî dike.