Serok Barzanî û Sûdanî: Pêngavên erênî û baş di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatine avêtin

Serok Barzanî û Sûdanî
Serok Barzanî û Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 13.11.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.”

Wekî ku di ragehandina Baregayê Barzanî de hatiye, di wê hevdîtinê de “danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraqê û dawî guhertin û pêşhatên deverê hatin kirin, herwesa tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku di peywendî û hevahengiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî de pêngavên erênî û baş hatine avêtin.”

Her di wê hevdîtinê de Serokwezîrê Îraqê “serkeftina  hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir û hêvî xwast ku, bi zûtirîn dem alî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigehin lihevkirinê.”