Neteweyên Yekgirtî: Zêdetir ji milyonek Libnanî koçber bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî radigihîne, 1.4 milyon kes ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê koçber bûne.
Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî ya li Cenevê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber êrîşên Îsraîlê, ewlehiya xwarinê li Libnanê ber bi xirabûnê ve diçe.
Herwiha got jî, 3189 kes hatine kuştin û 1.4 milyon kes ji encama êrîşên Israîlî li ser Libnanê koçber bûne.
Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî dibêje, pêwîstiya xelkê Libnanê bi alîkariyên mirovî yên bilez heye.
Ji 23ê Îlona 2024an vir ve, Îsraîl êrîşî Libnanê dike, di encamê de zêdetirî 17 hezar kes hatine kuştin û birîndarkirin û zêdetirî milyonek Libnanî jî koçber bûn, ku nêzîkî 70 hezarî ji wan koçberî derveyî welat bûne.
Wezareta Tenduristiyê roja 10ê Mijdarê ragihandibû, di êrîşên Îsraîlê yên li Libnanê de herî kêm 3189 kes hatine kuştin û 14 hezar û 78 kes jî birîndar bûne.