Medyayên Tirkiyeyê: Mimkin e heftiya bê hevdîtina duyê bi Ocalan re bê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyayên Tirkiyeyê dibêjin, “Tê çaverêkirin ku heftiya bê hevdîtina duyê bi Ocalan re bê kirin.”
Malpera Gazete Duvarê ya Tirkiyeyî di raportekê de ragehand, “Piştî serdana yekê ya Omer Ocalan ê birazayê Rêberê PKKê yê zindankirîn Ebdila Ocalan, derfet ji bo hevdîtineke din tê xweşkirin.”
Li dû eynî çavkaniyê, mimkin e parêzerên Ocalan jî tevlî hevdîtina duyê bibin lê heta niha ev mijar yekalî nebûye.
Ev raport di demekê de ye ku, biryar e seet 06:00 ê îro Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Dewlet Baxçelî bicivin.
Pêştir Baxçelî daxwaz kiribû ku Ocalan bê azadkirin û li Perlemanê danana çekan û hilweşandina PKKê rabigehîne.