Dadgeha Mêrdînê sizayê heta hetayê ji bo du bikujên malbata Dihokê derxist

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Mêrdînê sizayê zindanîkirina heta hetayê ji bo du bikujên malbata Dihokê derxist. Malbata kuştiyan jî daxwazê dike ku, tevaya tawanbaran bên eşkerekirin û sizayê sêdaredanê jê re bê derxistin.

Dadgeha Mêrdînê îro (Pêncşem, 14.11.2024) sizayê zindanîkirina heta hetayê li ser du ji bikujên malbata Dihokê sepand. Malbata kuştiyên Dihokê jî daxwazê dike ku tawanbarên din û piştevanên wan jî bên eşkerekirin û sizadan.

Herbî Celaledîn, ku yek ji endamên malbata kuştiyên Dihokê li Mêrdînê ye, piştî temambûna dadgehê ji rojnamevanan re ragehand, “Em wê dozê danaxin heta em tevaya tawanbaran eşkere dikin, em bizanin kî li pişt wê tawanê ye û divê bên eşkerekirin. Divê ew rastî jî diyar bibe.”

Kesekî din ê wê malbatê wêneyekî xilfa sêdareyê di nav valahiyeke reş de ku li ser nivîsîbû “sêdaredan hejî wan e” bilind kiribû û got, “Divê Erdogan sizayê sêdaredanê ji bo wan tawanbaran derbixe.”

Serê sibeha roja Pêncşemê, 19ê Çileya 2023ê, li bajarkê Nisêbînê yê bi ser parêzgeha Mêrdînê ve, pênc welatiyên bajarê Dihokê di erebeyekê de ji aliyê çend kesan ve hatin şehîdkirin.

Tê zanîn ku ew welatiyên başûrê Kurdistanê bi merema wergirtina çareseriya nexweşiyan çûbûn Tirkiyeyê. Ew rûdan li ser rêya serekî ya Nisêbîn-Mêrdînê çê bûbû.

Piştî wê rûdanê, hêzên ewlehiya Tirkiyeyê pênc kes li ser wê rûdanê girtine ku du ji wan tawanbarên serekî ne û sêyên din jî alîkar in.