Serok Barzanî: Pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dadperwerane nîne

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî ragehand, “Hêşta arêşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene lê niyetek ji bo çarekirina wan arêşeyan heye”. Herwesa got, “Pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dadperwerane nîne.”

Serok Mesûd Barzanî çavpêkeftineke taybet bi kanala Sky News Erebî re kir, û tê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê û deverê kir.

Serok Barzanî behsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “PDKê ji bo pêkanîna hikûmetê vîto li ser çi aliyekî nîne, herwesa ji bo pêkanîna hikûmetê pişta xwe bi encamên hilbijartinan germ dike.” Navbirî herwesa behsa wê yekê jî kir ku, pêdivî ye yek hikûmet û yek herêm hebin.

Serok Barzanî di derheqa rewşa Rojhilata Navîn de jî got, “Rakêşana Îraqê bo nav şerê niha yê Rojhilata Navîn di berjewendiya Îraqê de nîne û zirar digehe wê, lewma ez daxwazê ji hemî aliyan dikim ku aştiyê hilbijêrin.”

Navbirî behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û amaje da, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di astekî baş de ne, lê hêşta li ser hin pirsan arêşe di navbera wan de hene, tevî wê yekê jî niyetek ji bo çarekirina wan arêşeyan heye. Tekez jî kir, “Pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dadperwerane nîne.”

Serok Barzanî di derheqa peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re ragehand, “Di berjewendiya Kurdan de nîne ku peywendiyên wan bi Îran û Tirkiyeyê re aloz bin. Peywendiyên me bi her du aliyan re asayî ne lê em rêyê nadin çi kesek desttêwerdanê di karûbarên me de bike.”

Serok Barzanî di derheqa Hevpeymanan û Rêkxistina DAIŞê de jî got, “DAIŞ hêşta metirsiyeke cidî çê dike, bi liberçavwergirtina wê yekê ku vekêşana hêzên Hevpeymanan bê pirçekkirina artêşa Îraqê arêşe ye, ji ber ku Îraq ji aliyê hêza asmanî ve rûbirûyî lawaziyeke rastîn dibe.”

 
Fly Erbil Advertisment