Esed û Sûdanî tekezî li ser karê hevpar ji bo şerê li dijî terorê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê û Serokwezîrê Iraqê pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin û tekezî li ser şerê li dijî terorê kirin.
Serokê Sûriyeyê Beşar Esed duhî 30î pêwendiyek telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir.
Her du aliyan pêşhatên dawî û hevkariyên hevbeş ên di navbera Sûriye û Iraqê de di warê şerê li dijî terorê de gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve Sûdanî tekez kir, ewlehiya Iraq û Sûriyeyê yek e. Herwiha amadehiya Iraqê ji bo pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst bo Sûriyeyê di şerê li dijî terorê de nîşan da.
Ev pêwendî piştî wê tê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê duhî ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê kontrol kirin.
Artêşa Sûriyeyê jî got ku vekişîna wê ji çend eniyên li Heleb û Idlibê “demkî” ye û ew xwe ji bo êrîşeke berûvajî amade dike.