Îran: Em danûstandinan li ser şandina hêzê bo Sûriyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Îran radigehîne ku, “danûstandinan li ser ihtîmala şandina hêzê ji bo Sûriyeyê dike, eger Dîmeşq daxwazê bike”, herwesa ji bo piştevanîkirina artêşa Sûriyeyê û Hikûmeta Beşar Esed bi Îraq û Rûsyayê re lihev kiriye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî ji Rojnameya Erebî ya Qeterî re gotiye, “Eger Hikûmeta Sûriyeyê daxwazê ji Îranê bike ku hêzê ji bo welatê wan bişîne, em danûstandinan li ser wê daxwazê dikin.” Herwesa haydarî jî da ku belavbûna komên çekdar li Sûriyeyê mimkin e ji Îranê zêdetir zirarê bigehîne welatên cîran ên wekî Îraq û Urdin û Tirkiyeyê.”

Serokerkanê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî jî ji aliyê xwe ve daxwaz ji welatên cîranên Sûriyeyê kir ku “rêyê li wergirtina piştevaniya çekdaran bigirin.”

Mihemed Baqirî duhî (Sêşem, 03.12.2024) ji tilevizyona fermî ya Îranê re got, “Divê welatên cîranên Sûriyeyê pêngavên ji bo rêgirtina li komên çekdar ên wê derê ji wergirtina alîkarî û piştevaniyê biavêjin.”

Navbirî haydarî jî da ku livînên çekdaran li Sûriyeyê pêngava yekê ye ji bo sînaryoyeka metirsîdar li deverê, herwesa Baqirî “pêşhatên Sûriyeyê piştî agirbesta Libnanê bi pilangêriya Amerîka û Israîlê wesifand, ku armanc jê lawazkirina Sûriyeyê û hevpeymanên wê û Bereyê Miqawemeyê ye.”