Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dewlemend e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand, Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dewlemend e ku sermayeyeke mezin û çavkaniyeke girîng a geştiyariyê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Berçile derbarê serdana xwe bo welatê Behreynê de peyamek li tora civakî “X” belav kir û tê de got: “ Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dewlemend e ku sermayeyeke mezin û çavkaniyeke girîng a geştiyariyê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Li bajarê El-Muhereqê min agahdarî hewlên Behreynê yên ji bo pêşxistina şûnwarên kulturî bûm ku em li Herêma Kurdistanê kar li ser dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 09.12.2024 bi serdaneke fermî gihîşte Behreynê û biryar e ligel Şah, Welîahd, Serokwezîr û berpirsên payebilind ên Behreynê bicive û gotûbêjan li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên navçeyê bike.

 
Fly Erbil Advertisment