Mesrûr Barzanî û Şahê Behreynê li ser vekirina Konsulxaneya Behreynê li Hewlêrê li hev kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) li Koçka Safiriyeyê li Menameyê bi Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Şahê Behreynê pesna pêşkeftin û avedanî û rewşa aramî û pêkvejiyana Herêma Kurdistanê bi rêberiya jîr û hekîmane ya Serok mesûd Barzanî kir û amadebûna Şanişîna Behreynê ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê di hemî waran de diyar kir.”
Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê “rêz û spasiyên Herêma Kurdistanê ji bo piştevanî û alîkariyên Behreynê diyar kirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Her du alî hevnerîn bûn û li ser giringiya mukomkirina peywendiyan û vekirina Konsulxaneya Behreynê li Herêma Kurdistanê û destpêkirina seferên rasterast ên Mename û Hewlêrê di paşerojê de li hev kir.”
Dawî guhertinên rewşa giştî ya Sûriyeyê û deverê jî pareke din a wê civînê bûn, ku Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî Mîr Nasir Bin Hemed Al Xelîfe û hejmareke wezîrên Behreynê jî tê de amade bûbûn.