Serokwezîrê Behreynê bo Mesrûr Barzanî: Em amade ne peywendiyên me di hemî waran de bihêztir bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Menameya paytexta Behreynê bi Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê Mîr Selman Bin Hemed Al Xelîfe re civiya.
Wekî ku di ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, di wê civînê de “danûstandin li ser berdewamkirina peywendiyên Şanişîna Behreynê bi Herêma Kurdistanê û derfetên vekirina Konsulxaneya Behreynê li Herêma Kurdistanê û destpêkirina seferên rasterast ên navbera Mename û Hewlêrê li paşerojê hatin kirin”.
Her li dû wê ragehandinê, Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê “dilxweşiya xwe bi serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Behreynê diyar kir û amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan di warên cuda cuda de diyar kir.”
Wê çavkaniyê amaje jî daye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Behreynê kir û heza mukomkirina peywendiyên dualî di warên berjewendiya hevpar de, xasma jî avakirina jêrxane û çaksaziyên darayî û bankî û dîjîtalkirina xizmetkariyan giştî, tekez kir.”
Di tewerekî din ê wan danûstandinan de, dîtin û nerîn li ser pirojeya Rêya Pêşxistinê û dawî guhertinên rewşa giştî ya Sûriyeyê û deverê bi awayekî giştî li hev hatin guhertin.