Mesrûr Barzanî û Nasir Bin Hemed mukomkirina peywendiyan û hevahengiya hevpar tekez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî û Fermandeyê Zêrevanên Şahane yê Behreynê civiyan û tekez li ser mukomkirina peywendî û alîkarî û hevahengiya hevpar di navbera her du aliyan de tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî û Fermandeyê Zêrevanên Şahane yê Behreynê Şêx Nasir Bin Hemed Al Xelîfe re civiya.
Di çarçoveya civîna navbera wan de, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de hatin kirin, û herwesa tekez li ser mukomkirina peywendî û alîkarî û hevahengiya hevpar di navbera her du aliyan de pêxemetî ewlehî û seqamgiriya deverê jî hat kirin.