Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Behreynê dicivin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Behreynê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyan di warên cuda cuda de dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Behreynê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Behreynê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Behreynê dicivin û danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Şanişîna Behreynê û herwesa giringiya parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) li Menameya paytexta Behreynê bi Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdiletîf Zeyanî re civiya.

Di çarçoveya wê civînê de ku Wezîrê Karûbarên Şaredariyan û Çandinê yê Behreynê Waîl Bin Nasir Mibarek jî tê de amade bûbû, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Şanişîna Behreynê di warên cuda cuda de hatin kirin.

Giringiya parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşveçûn û pêşhatên rewşa giştî ya deverê û xasma guhertinên Sûriyeyê pareke din a danûstandinên wê hevdîtinê bûn.