Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im Behreynê amadebûna diplomasî li Hewlêrê hebeq

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Behreynê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Behreynê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Ez bi dîtina Wezîrê Derve yê Behreynê dilxweş bûm. Me danûstandin li ser pêşhatên deverê û xasma rûdanên vê dawiyê yên Sûriyeyê kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) li Menameya paytexta Behreynê bi Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdiletîf Bin Raşid Zeyanî re civiya.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ez hêvîdar im Behreynê ji aliyê peywendiyên dualî ve amadebûna diplomasî li Hewlêrê hebe.”

Mesrûr Barzanî amaje jî daye, “Ez îro bi dîtina rêzdar Wezîrê Derve yê Şanişîna Behreynê Ebdiletîf Bin Raşid Zeyanî dilxweş bûm. Me danûstandin li ser pêşhatên deverê û xasma jî rûdanên vê dawiyê yên Sûriyeyê kirin.”

 

 

Fly Erbil Advertisment