Mesrûr Barzanî: Spas ji bo Şanişîna Behreynê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek li ser serdan û pêşwazîkirina xwe û şanda pê re li welatê Behreynê parve dike û dibêje, “Me wesa hest kir ku em li mala xwe ne.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Sêşem, 10.12.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek li ser serdan û pêşwazîkirina xwe û şanda pê re li welatê Behreynê parve kir û got, “Spas ji bo Şanişîna Behreynê ji bo dostînî û mêvandariya wan a gerim, me hest kir ku em li mala xwe ne.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr (Duşem, 09.12.2024) bi serdaneke fermî gehişt Behreynê û bi Şah, Cihnişîn û Serokwezîr û berpirsên bilind ên Behreynê re civiya û danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û dawî guhertin û pêşhatên deverê kirin.
Thank you to the Kingdom of Bahrain for your warm welcome and friendship.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) December 10, 2024
We felt at home -mb. pic.twitter.com/9EyDkayBM7
Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Şanişîna Behreynê re
- Li sala 2021ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şahê Behreynê civiyan.
- Li sala 2021ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî diyaloga Menameyê bû.
- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîna dualî bi Şazadeyê Cihnişîn û Serokwezîrê wî welatî Şêx Selman Bin Hemed Xelîfe re hebû.
- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtineke dualî bi Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdiletîf Zeyanî re hebû.
- Li salên 2022 û 2023 û 2024ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandên Behreynê re li Davosê civiya.
- Bi merema pêşxistina kertê bazirganî û aborî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her yek ji Şêx Selman Bin Hemed Xelîfe û Wezîrê Darayî û Aborê Niştîmanî û herwesa Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî Ebdila Adil Fexro re civiya.
- Li sala 2022ê, welatê Behreynê yek ji wan welatên kendavî bû yên ku hinarên Her;ma Kurdistanê jê re hatibûn hinardekirin.