HSDê xwe ji Dêrazorê vekêşa

Mezlûm Ebdî: Bi navbeynkariya Amerîkayê şer li Minbicê hat rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî xwevekêşana Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji Dêrazorê li serê sibeha îro (Çarşem, 11.12.2024), komên çekdar çûn nav wî bajarî û Fermandeyê Giştî yê HSDê jî ragehand ku, bi navbeynkariya Amerîkayê agirbestek li Minbicê kiriye.

Di derheqa şer û rûbirûbûnên komên çekdar ên Sûriyeyê û hêzên HSDê li bereyê rojavayê rûbarê Firatî de, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kiriye û eşkere kiriye ku, pêxemetî parastina canê welatiyên sivîl û derkeftina hêzên civata serbazî ya Minbicê, ku ji 27ê meha borî ve bergiriyê dikin, bi navbeynkariya Amerîkayê lihevkirinek ji bo agirbestê li rojavayê rûbarê Firatî kiriye.

Mezlûm Ebdî herwesa nivîsiye, “Merema me ew e ku di nêzîktirîn dem de agirbesteke sertaserî li Sûriyeyê bê kirin, ji bo destpêkirina piroseya siyasî pêxemetî paşeroja welatî.”

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî parve kiriye ku, di çend seetên borî de bi zêdekirina êrîşên xwe li ser navenda parêzgeha Dêrazorê û derdora wê, komên çekdar ên Sûriyeyê hêzên HSDê neçarî vekêşanê kirine, û ji serê sibeha îro ve komên çekdar li nav wî bajarî û tevaya bajarên din belav bûne.

Li destpêka heftiya borî bi destpêkirina êrîşa komên çekdar û kontirolkirina Helebê re, opozisyona Sûriyeyê bajarkê Til Rifetê ji destê hêzên Sûriyeyê derxist, lê berî du rojan û piştî xwevekêşanên serbazî yên artêşa Rijêma Sûriyeyê li bajarê Dêrazorê û gundên derdora wê, wesa kir ku Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) wî bajarî û Balafirxaneya Dêrazorê û zêdetirî heft gundên deverê kontirol bikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment