Rojnamyên Behreynê giringiyeke taybet bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî da

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnamyên Behreynê bi giringiyeke zêde ve nûçeya serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Menameyê behs kir û amaje da ku, di hemî civînan de tekez li ser pêşxistina peywendiyên dualî hatiye kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr (Dûşem, 09.12.2024) bi hevaltiya şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi vexwandineke fermî gehişt Menameya paytexta Behreynê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de, ku du rojan vekêşa, bi Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe, Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê Mîr Selman Bin Hemed Al Xelîfe, Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdiletîf Bin Raşid Zeyanî û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî û Fermandeyê Zêrevanên Şahane yê Behreynê Şêx Nasir Bin Hemed Al Xelîfe û hejmareke berpirsên din ên giring ên hikûmî yên wî welatî re civiya.

Rojnamyên fermî yên Behreynê bi giringiyeke zêde ve behsa civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berpirsên mezin ên wî welatî re û xasma jî bi Şah Hemed Bin Xelîfe û Mîr Selman Bin Hemed Al Xelîfe re kiriye.

Her yek ji rojnameyên Eleyam, Elweten, Exbar Elxelîc û Elbîladê yên Behreynê rûpelên pêşiyê yên nûçeyên xwe ji bo civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berpirsên wî welatî re terxan kirine.

Wekî ku wan rojnameyan amaje pê daye, berpirsên mezin ên Behreynê û di ser hemiyan de jî Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe û Mîr Selman Bin Hemed Al Xelîfe peywendiyên Hewlêr û Menameyê wekî peywendiyên “birayane” binav kirine, û herwesa tekez li ser bihêzkirina wan di hemî waran de jî kiriye. Li dû wan rojnameyan, tewerekî din ê giring ê wan civînan rewşa niha ya deverê bû.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment