Guterres: Em niha dariştina nexşeya Rojhilata Navîn dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres got, ew dariştina nexşeya Rojhilata Navîn dibînin. Herwiha got, erkê wan e ku piştgiriya serokatiya nû ya Sûriyeyê bikin.
Guterres îro 11ê Berçile derbarê rewşa Sûriyeyê de got: “Em niha dubare dariştina nexşeya Rojhilata Navîn dibînin û piştî bidawîbûna dîktatoriya li Sûriyeyê, nîşana hêviyê dibînin.”
Guterres piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Afrîkaya Başûr Ronald Lamola re diyar kir, Neteweyên Yekgirtî bi tevayî pabend e bi veguhastina asayî ya desthilatdariyê li Sûriyeyê.
Guterres got jî: “Erkê me ye ku em her tiştî bikin ji bo piştgirîkirina serkirdeyên nû yên Sûriyeyê, ji bo misogerkirina pêkanîna veguhestina desthilatdariyê bi awayekî asayî.”
Çekdarên opozisyona Sûriyê roja 8ê Berçile gihîştin Şamê û bi dawîkirina desthilata Beşar Esed re, dawî li desthilata Partiya Beis li Sûriyê anîn.