Edmund Xerîb: Doza Kurd li Sûriyê dê rûbirûyê kêşeyên mezin bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Bîrmend û mamostayê zanîngeha George Washington dibêje, doza kurdî li Sûriyeyê dê rûbirûyê kêşeyên mezin bibe û got: Tiştê ku li Sûriyeyê rû daye, ji bo navçeyê wek erdhejekê bû.
Bîrmend û profesorê zanîngeha George Washington Edmund Xerîb îro 11ê Berçile li ser rewşa kurdan li Sûryeyê got, doza kurdî li Sûriyeyê rûbirûyê kêşeyên mezin dibe.
Xerîb diyar kir: “Eger em li pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê binêrin, ew ji bo naçeyê bûye wek erdhejekê. Kesî nidizanî ku dê rewş wiha be.”
Xerîb di wê baweriyê de ye ku pêşî Tirkiye ji guhertinên li Sûriyê sûd wergirtiye, piştre Amerîka û Îsraîl. Yên zirar kirine jî Îran wek aliyekî sereke tê, ligel Hizbullaha Libnanî, heta radeyeke mezin jî Rûsya û dibe ku Kurd jî zeremend bin.
Herwiha got: “Rewşa ku niha li Sûriyeyê peyda bûye, derfetek e ji bo kurdan û doza wan li wî welatî, tevî ku Tirkiye kurdan li Sûriyeyê ji bo xwe, wek metirsiyê dibîne.”
Li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê piştî rûxana rejîma Beşar Esed û hatina Heyet Tehrîr El-Şamê li ser desthilatê, Xerîb amaje bi wê kir, mayîna Rojavayê Kurdistanê bi zextên ku li ser rejîma nû ya Sûriyeyê werin kirin ve girêdayî ye. Di heman demê de, girêdayî guhertina helwesta hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo naskirina mafên pêkhateyan bi awayekî wekhev, eger ev yek nebe, dê nakokî berdewam bin û destêwerdanên derve dê zêdetir bibin.