IHD û THIV: Di sala 2024an de herî zêde mafên girtiyan hatin binpêkirin

Enqere (K24) – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV) raporta derbarê binpêkirinên mafên mirovan de belav kir. Li gorî serlêdanên bo saziyên sivîl hatine kirin li Tirkiyeyê herî zêde di girtîgehan de mafên mirovan hatin binpêkirin. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TİHV) raporta derbarê binpêkirinên mafên mirovan de ragihandin.

Di 11 mehên sala 2024an de taybetî xalên weke îşkence, binpêkirina azadiya fikr û ramanan, kuştina jinan û zextên giran yên di girtîgehan de derketine pêş. Herwiha li gorî daneyên komeleyan di çalakiyên li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatine lidarxistin de 4 hezar û 368 kes bi îşkenceyan hatine binçavkirin.

Hevserokê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî bal dikşîne ser kêşeya Kurd û dibêje desthilat li şûna aştiyê rêya aloziyê dide pêşiya xwe û ev dibe sedam rêjeya binpêkirinan zêde bibe.

Hevserokê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban ji K24ê re got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka mezin ya li pêşiya kêşeya Kurd, zimanê zikmakî ye. Ji meha Tebaxê ve tenê ji ber sedemên guhdariya stranên Kurdî û gerandina govendan 370 kes hatin binçavkirin û 27 kes ji wan hatin girtin. Herwiha ji sala 2016an ve meseleyeke qeyûman heye. Divê desthilat êdî dev ji binpêkirinên mafên mirovan berde.”

Li gorî raportan di 11 mehên sala 2024an de 594 girtî di girtîgehan de rastî zextên giran û îşkenceyan hatine.

Parêzer Gunal Kurşûn jî baldikişîne ser rewşa girtiyan û dibêje di medyaya Tirkiyeyê de piştî rûxîna rejîma Esad her roj behsa girtîgehên Sûriyeyê tê kirin lê heman medya berê xwe nadin ser rewşa girtîgehên Tirkiye.

Parêzer Gunal Kurşun dibêje: “Piştî rûxîna rejîma Sûriyeyê girtîgeha vir jî derxistin holê, 3 qatan jêrî erdê de gîrtî hatin dîtin û hê jî girtî tên derxistin. Em dibînin bi sedan, hezeran kes li wir bi sedemên siyasî hatine zîndanî kirin û li Tirkiyeyê mirov gelekî li ser vê diaxivin û medyaya Tirkî gelekî cîh da vê mijarê. Rast e lê xeletî ew e ku hêsan e mirov tiştekî hineke din rexne bike lê divê em berê xwe bidin rewşa girtîgehên xwe. Gelo girtîgehên me çiqasî îşkence tên kirin an jî çiqasî mafên girtiyan tê parastin?”