13 herêmên Şirnexê wekî Herêmên Ewlekariya Taybet hatin nîşandan

Diyarbekir (K24) – Li Şirnexê û navçeyên wê, li 13 herêmên wek çiyayê Cûdî û çiyayê Gabbarê, Dolê û Dêriyê Zêr wek herêmên teybet hatin nîşandan û 15 rojan qedexê lê hat ragihandin.

Parezgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de got: “LI herêma Çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, Çiyaye Gabbarê aliyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmen Dolê û Kela Memê, Dêriyê Zêr ku dimine di navbera Qilaban û Elkê de, di navbera 13ê Berfanbarê û heta 28ê Berfanbara 2024'an de, 13 herêm wekî Herêmên Ewlekariya Taybet hatine nîşandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.”

Parêzgariyê diyar kir, ev biryar “ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî” hatiya dayîn.