Balyozxaneya Tirkiyeyê li Şamê îro dest bi karûbarên xwe dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Karbirêkerê Balyozxaneya Tirkiyeyê li Şamê û tîma wî derbasî Sûriyê bûn. Balyozxaneya Tirkiyeyê îro dest bi karûbarên xwe dike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di beşdariya bernameya kanaleke Tirkiyeyê de got, Balyozê Tirkiyeyê li Morîtanyayê Burhan Koroglu ku wek karbirêkerê Balyozxaneya Tirkiyeyê li Şamê hatibû erkdarkirin, tevî tîma xwe derbasî Şamê bûne.
Hakan Fîdan da zanîn jî, Balyozxaneya Tirkiyê li Şamê îro dest bi karûbarên xwe dike.
Balyozxaneya Tirkiyê, piştî destpêkirina bûyeran û şere navxwe li Sûriyeyê, 26’ê Adara 2012an hemû karên xwe rawestandibûn. Berpirs û karmendên balyozxaneyê jî vegeriyabûn Tirkiyê.
Konsulxaneya Sûriyeyê li Stenbolê hê, di karên xwe de berdewam mabû.