Îmamoglu: Divê pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê pêşvetir bibin

Stenbol (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Stenbolê beşdarî civîna Şaredar û parêzgarên Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn bû û her di wê civînê de bang li beşdaran kir ku civîna duyem li Hewlêrê bi rê ve biçe. Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî bi germî pêşwaziya banga Xoşnawî kir. Îmamoglu jî banga pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên Tirkiyeyê û Hewlêrê kir.

Şaredar û parêzgarên Bakurê Efrîqayê û Rojhilata Navîn di mazûvaniya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamogluyî de gihiştin hev.

Dirûşma civînê hevkarî û aşitî bû û lewma piraniya beşdaran di gotarên xwe de ji bilî proje û bernameyên xwe yên bajarvaniyê balê kişandin ser şer û aloziyên li navçeyê û banga aşitiyê kirin.

Yek ji mêvanên civînê Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bû û wî bang li beşdaran kir ku bila civîna duyem li Hewlêrê bi rê ve biçe. 

Ekrem Îmamogluyî jî banga Ûmîd Xoşnawî qebûl kir û got, ew hêvî dikin mazûvanê civîna duyem Hewlêr be. Îmamoglu herwiha diyar kir ku, divê Tirkiye di her waran de pêwendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê pêş bixe.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got: “Bo çi em em li Hewlêrê jî necivin. Jixwe armanca me ya bingehîn ew e ku, vê kombûnê bikin sazûamnek ku bibête fermî. Ez hêvî dikim beşdarên vê civînê rojek bibin mêvanê birêz Ûmîd Xoşnaw. Di navbera me û Hewlêrê de bazirganiyeka germ heye. Em dixwazin vê dîplomasiyê bi dostaniyeke jidil bihêztir bikin. Aramiya bajaran xizmeta aramiya welatan, ew jî xizmeta aramiya navçeyê dike û welat bi hev re hemaheng dibin. Xweşbextane em îro mazûvaniya Ûmîd Xoşnaw dikin.” 

Li hemû cîhanê herî zêde Kurd li Stenbolê dijîn ku hejmara wan zêdetir e ji pênç milyon. Lewma serdana parêzgarê Paytexta Kurdistanê bi alaya xwe ve bo vî bajarî qedreka taybet lixwe digre û ji ber vê qedrê ye ku rêveberên Herêma Kurdistanê êdî ne tenê ji aliyê deshilata Tirkiyeyê, ji aliyê opozîsyonê jî bi girîngî tên pêşwazîkirin.