Asayişa Hewlêrê 5 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir, du torên ji 5 kesan pêk tê girtin.
Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro 16ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, wan di du operasyonên cuda de, li Hewlêrê 2 torên ji 5 kesên Ereb pêk tê, bi tometa bazirganiya madeyên hişbir girtine.
Li gorî daxuyaniyê, yek ji wan toran madeyên hişbir ji welatekî sînorê Iraqê birine Bexdayê û xwestine li Hewlêrê bifiroşin û belav bikin.
Diyar kir jî, toreke din ku xwe weke hevjîn didin nasîn û belgeyên zewacê yên sexte pê re ne, bikarhêner û bazirganên krîstal bûne.
Asayişa Hewlêrê ragihand, ew kesên gumanbar ligel çend cureyên madeyên hişbir hatine desteserkirin.
Herwiha tekez kir, hêzên wan dê li ser lêgerîn û pişknînê berdewam bin ji bo rêgirtina li bazirganiya madeyên hişbir, herwiha pûçkirin û girtina torên ku vê yekê dikin.