Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bo serlêdana DEMê: Em dê demeke guncayî diyar bikin

Yilmaz Tunç
Yilmaz Tunç

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser sêrlêdana nivîskî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasî (DEM Partî) a ji bo hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek belav kir.

Yilmaz Tunç di wê daxuyaniyê de ragihand, “Em dê demeke guncayî diyar bikin.”

Herwiha Yilmaz Tunç got, piştî dawîbûna gotûbêjên bûdçeyê yên ku di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi rê ve diçin, dê biryar bê dayîn.