Iraq ji têkçûna Kampa Holê ditirse

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Iraqî di wê baweriyê de ne ku bi şikandina Kampa Holê re, dê bi hezaran çekdarên DAIŞê ber bi Iraqê ve birevin û ewlekariya wî welatî jî têxin bin metirsiyeke mezin.
Hola kampê, ku li parêzgeha Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, wek kampa herî mezin a girtiyên DAIŞê tê dîtin, ku tê de nêzîkî 42 hezar kes ji 40 nasnameyên cuda yên navdewletî heye, piraniya wan jî malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ne. Iraq niha guman dike ku aloziyên li Sûriyeyê û şerê di navbera hêzên Kurdî û grûpên çekdar de, dê bandorê li Kampa Holê bike û bibe sedem ku gelek terorîst ji kamp û zindanên Rojavayê Kurdistanê birevin Iraqê.
Iraqê çendîn caran hişyarî li ser metirsIya Kampa Holê daye û gotiye, ew ditirsin ku terorîst sûdê ji rewşa aloz ya deverê wergirin û ji zindanan birevin, ku dê di dawiyê de bandorê li ewlehiya Iraqê bikin. Rayedarên Iraqê dibêjin, DAIŞ li Sûriyeyê dest bi tevger û xwerêxistinkirinê kiriye, û di guhertinên bilez ên li Sûriyeyê de, çek û cebilxaneyên artêşa rêjîma Esed ketine destê wan.
Serokê Komîta Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Kerîm Elî Welî got: “Bûyerên li Sûriyeyê mezin in û bandorê li Iraq û herêmê jî dike. Ji ber ku li Sûriyeyê komên têrorîst ên wek DAIŞ û Nusra hene û ji aliyê welatên navçeyî û biyanî ve tên piştevanîkirin, hikûmeta nû ya Sûriyeyê nikare van grûpan rawestîne.”
Elî got, kampa Holê û girtîgehên din di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, lê ji ber gefên berdewam ên Tirkiyeyê, eger heye ku rewşa kampê bandoreke mezin li rewşa Iraqê bike, ji ber ku di nava kampê de bi hezaran terorîstên DAIŞê yên Iraqî û Sûrî hene, ku weke metirsî li ser Iraqê tê dîtin.