Şanda Dem Partiyê bi Fraksiyona AK Partiyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Dem Partî ya Îmraliyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana fraksiyona AK Partiyê kir. 

Serdan û hevdîtinên şanda Dem Partî ya ku ji Ehmed Turk, Pervîn Buldan û Sirrî Sureya Onder pêk tê bo aliyên siyasî yên Tirkiyeyê berdewam in. 

Şanda Dem Partî piştî serdana Serokê Partiya Siberojê Ahmed Davutoglu, îro li Parlamentoya Tirkiyeyê ji aliyê Serokê Fraksiyona AK Partiyê ve hat pêşwazîkirin. 

Di pêşwazîkirina Şandê de, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala jî amade bûn. Efkan Ala yek ji endamê şanda AK Partiyê ye ku di proseya berê ya çareseriyê di cih girtibû.

Herwiha biryar e sibe (Sêşem, 07.01.2025) şanda Dem Partiyê serdana Serokê Partiya Devayê Elî Babacan û paştir jî serdana Serokê Partiya Yenîden Refayê Fatih Erbekan bike.

Heta niha dema hevdîtina bi CHP re ne diyar nîne. Lê Serokê wê partiyê Ozgur Ozel jî amaje da kir, di rûniştina civata serkirdetiya partiya wan de danûstandin li ser pirsa pêşwaziya şanda Dem Partiyê tên kirin.

Şanda Dem Partiyê pêştir li roja Şemiyê, 28.12.2024, li zindana Îmraliyê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdulla Ocalan re civiya, ji bo gengeşe û danûstandinên li ser piroseyeke din a aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Ocalan di derheqa daxuyaniya pareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan de ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”