Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê bi Xwecihiya Efrînê ya ENKSê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê serdana Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û gotûbêj li ser çareseriya pirsa Kurdî li Sûriyeyê piştî ketina rêjîma Beşar Esed kirin.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de belav kir, şandeke Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê bi serokatiya Serokê Encûmenê Mizgîn Yûsif îro 6ê Çile serdana Xwecihiya Efrînê ya ENKSê kir û ji aliyê Serokê Xwecihiyê Ehmed Hesen ve hat pêşwazîkirin.

Da zanîn jî, di hevdîtinê de gotûbêj li ser serdana şanda Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê bo Şamê û hevdîtinên wê bi aliyên cuda re hate kirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pirsa Kurd, qonaxa nû ya piştî rûxana rejîma zalim û dîktator a Beşar Esed û çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya Sûriyayeke demokratîk, piralî, parlemanî û federal de hat kirin.”

Her du aliyan spasiya Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, bo piştevanî û hevkariyên wan ji herêma Efrînê re di demên dijwar de kirin.

 
Fly Erbil Advertisment