Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Enqereyê di medyaya Tirkiyeyê de
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Tirkiyeyê bi awayekî giştî bi giringî ve behsa serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Enqereyê û civînên wî yên bi berpirsên bilind ên Tirkiyeyê re kiriye.
Kanalên hikûmet û opozisyona Tirkiyeyê bi giringî ve amaje daye serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyeyê û hevdîtin û civînên wî yên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan.
Ew wesa dibînin ku ew serdaneke hestyar e xasma jî di vê rewşê de, ku guhertin li Sûriyeyê çê bûne. Herwesa di bernameya Tirkiyeyê de ye ku, pirsa Kurdan li Tirkiyeyê jî çare bike.
Kanala CNN-Turkê ya nûçeyan jî, ku hejmareke zêde ya bîneran li Tirkiyeyê heye, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî romal kir û şiroveker û çavdêrên siyasî ragehand ku, serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê girêdayî arêşeyên ewlehiyê nîne, belkî di eynî demê de danûstandin li ser rewşa Îraq û Sûriyeyê û arêşeyên deverê jî hatine kirin.
Şirovekeran li ser kanala CNN-Turkê ya nûçeyan tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, pirsên aborî û bazirganî û çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexda û bicihanîna pirojeya rêya pêşxistinê jî ji wan pirsan bûn ên ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berpirsên bilind ên Tirkiyeyê re danûstandin li ser kirine.
Herwesa kanala Ulkeyê û çend kanalên din jî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Enqereyê û hevdîtina wî ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re giring dibînin. Li dû kanala Ulkeyê, Tirkiye dixwaze tevlîbûna Kurdan di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de hebe û divê hemî alî di wî warî de nerînên xwe hevpar bikin û berçav bikin.