Mustafa Ozçelîk: Hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî gaveke pîroz e

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) radigehîne, “Hevdîtina Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Rêzdar Mezlûm Ebdî Gaveke Pîroz e.“
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçeîk dxuyanîyek di derheqa Hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî de parve kir û wiha got:
"Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêzdar Mezlûm Ebdî roja 16.01.2025ê li Hewlêrê, ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek pêk anîne.
Ev hevdîtin pîroz e û hêvîyên ku kurd li ser daxwazên xwe yên neteweyî, demokratîk bi yekrêzî bi Şamê û bi hemû alîyên peywendîdar re bibin mixetab xurtir dike.
Em piştigrîya hewlên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên ji bo yekrêzîya kurdên Rojavayê Kurdistanê û piştgirîya helwesta erênî ya rêzdar Mezlûm Ebdî ya di vê derbarê de dikin."