Fuat Onen: Çi pêvajoyeke bi navê çareserî û aşitiyê nîne

Stenbol (K24) – Tê çaverekirin hefteya bê şanda Îmraliyê serdana Abdullah Ocalanî bike û di wê serdanê de Ocalan banga çekdanînê li PKKê û YPGê bike. Kesayetekî diyar ê Tirkiyeyê dibêje, PKK gudariya Ocalan nake û dest ji çekdan bernade. Heke bixwaze berde jî Amerîka destûr nade YPG dest ji çekan berde. Siyasetmedarek jî dide zanîn ku, çi armanca dewleta Tirkiyeyê bo çareserkirina pirsa Kurdî niye ji bilî jinavbirina YPGê.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji alîkî ve bi Rêberê PKKyê yê zindanîkirî Abdullah Ocalanî pêvajoyeka nû ya çareseriyê bi rê ve dibe lê ji alîkî din ve jî qeyyûm datîne ser şaredariyên DEM-Partiyê û siyasetmedarên wê zindanî dike. Ev siyaseta dualî ya hikûmetê pirs û gûmanên li ser pêvajoyê jî zêde dike û zanayekî siyasetê di wê baweriyê de ye ku, armanca dewleta Tirkiyeyê çareserkirina pirsa Kurdî niye, bi hemahengiya Ocalanî nehiştina deshilateka Kurdî ye li rojavayê Kurdistanê.

Sıyasetmedar Fuad Onen ji K24ê re got: “Danîna qeyyûman û girtina siyasetmedaran bi pêvajoya niha re nakok nînin. Ji ber ku çi pêvajoyeke bi navê çareserî û aşitiyê nîne.  Ji bo di navbera du aliyan de danûstandin hebe divê her du alî hev nas bikin. Lê dewleta Tirkiyeyê heta niha Kurd nas nekirine û nas nake. Ev pêvajoya fermandayînê ye. Bahçelî ferman dide Ocalan ku rêxistina xwe belav bike. Ev ferman e, pêvajo niye û ser nakeve.”  

Tê çaverekirin şanda Îmraliyê hefteya bê bo cara duyem serdana Ocalanî bike û di wê serdanê de Ocalan banga çekdanînê li PKKyê û YPGyê bike. Kesayetekî diyar ê Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ku, PKK pabendê banga Ocalanî nabe.

Serokê Komeleya Bıhêzkirina Demokrasiyê Îlyas Buzgan dibêje: “Yên ku dê çarenûsa çekdanîna PKKyê û YPGyê diyar bikin ne Ocalan dê hêzên navdewletî bi taybet Amerîka be. Amerîka destûr nade YPGyê ku dest ji çekan berde. Ji ber ku Amerîka ev 10 sal in bi YPGê re kar dike, YPGê wekî hevpeymanekî stratejîk dibîne û vebêrhênaneke mezin a stratejîk bo wê kiriye. Ger YPG dest ji çekdan bernede dê Tirkiye operasyoneka serbazî li dijî wê bike û di encama vê de jî Erdogan û Trump rûbirûyê hev bibin. Lê ev pirsgirêk paşê dê bi aşitiyane çareser bibe.”

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî roja Sêşemê ji Ocalanî xwestibû, bila bêyî çi şert û mercekê banga çekdanînê li rêxistina xwe bike. Tê çaverekirin Ocalan vê banga krîtîk li PKKê bike. Lê li vir ya kritîtitir ew e ku gelo PKKê dê guh bide serokê xwe an na?